

Li çar aliyên cîhanê 1'ê Rezberê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Di 1'ê rezbera sala 1939'an de Polonya hat dagirkirin. Bi vê dagirkirinê Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat dest pê kirin.

Piştî şer, 1'ê Rezberê wekî "Roja Aştiyê ya Cîhanê" ji bo aştiyeke gerdûnî û mayînde hat îlankirin. Her sal Roja Aştiyê ya Cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.