Şilikî
Ji bo çêkirina şilikiyê ev malzeme pêwîst in:
3 qedeh şîr
Qedehek av
4 hêk
250 gr arvan
gûz an jî fistiq
rûnê ron ji bo binê rûnbirêşkê (tawayê)
Ji bo Şerbetê; kîloyek şekir û lîtreyek av
Di tasekê de hêk û şîr tên lihevxistn. Arvan bi ser de tê dayîn û heta girik nemînin tê lihevxistin. Rûn di tawayê de têxistin piştre hevîrê ron bi kevçî yeko yeko têxistine tawayê.
Hevîr pêwîst e di tawayê de zirav be û hemû binê tawayê bigre. Nêzî 20 heb şilkiyên wisa tên çêkirin û di tawayê de her du aliyê wan tê bipijirandin.
Ji şekir û avê şerbet tê çêkirin. Şerbet ser şilikiyan tê berdan. Piştre bi fistiq an jî gûzan serwis tê kirin.