Kurdish Poetry - Helbestên Kurdî

Moderator:voron

User avatar
Aryaqk
Posts:191
Joined:2013-06-06, 13:06
Real Name:Hiwa
Gender:male
Location:Kurdistan, Sine
Kurdish Poetry - Helbestên Kurdî

Postby Aryaqk » 2013-06-08, 7:55

DÎLBER

Ey Dîlbera gerdenzerî,
Way nazika dêmqemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ez im, malim xirab.

Ey Dîlbera gerdenletîf,
Way nazika qamet-elîf,
Qamet ji reyhana xefîf,
Wêran ez im, malim xirab.

Ey Dîlbera gerdenzuzac,
Way nazika mislî zuzac,
Qamet ji reyhana qirac,
Wêran ez im, malim xirab.

Ey Dîlbera qametmisal,
Way nazika dilî hejar,
Te ji xandinê kirim betal,
Wêran ez im, malim xirab.

Ey Dîlberê, way Dîlberê,
Firyad ji destê keserê,
Avik ji ava Kewserê,
Wêran ez im, malim xirab.

Ey Dîlbera gerdenzirav,
Dêm şûşe ye, tijî gulav,
Ey duxtera bejna zirav,
Wêran ez im, malim xirab.

Çavan ku hiltînî bi mest e,
Ew çend ya misrî bi dest e,
Li kuştina min te bi qest e,
Wêran ez im, malim xirab.

Tu bi qesta min dikujî,
Tu bi kifra dinosojî,
Gelek sotim kirim rijî,
Wêran ez im, malim xirab.

Gelek sotim, kirim kebab,
Kiriye bi min, sed reng xirab,
Ya leytenî kunrû turab,
Wêran ez im, malim xirab.

Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhiş kirim zilfê di hûr,
Wêran ez im, malim xirab.

Bêhiş kirim zulfê di reş,
Biskê siyah, bîhnê di xweş,
Ey duxterê, çapik bi meş,
Wêran ez im, malim xirab.

Bêkêf kirim zilfê di reş,
Biskê siyah, zilfê di qemer,
Eşq û muhbeta min li ser,
Wêran ez im, malim xirab.

Sotim, biraştim bê hesab,
Lê pirsî bo kirme kebab,
Kiriye bi min sed reng ezab,
Wêran ez im, malim xirab.

Sibhan ji şahê bi tenê,
Xalik li xala gerdenê,
Ez dîn kirim berdam dinê,
Wêran ez im, malim xirab.

Eşqa mezac peyda bûye,
Îro li min dijwar bûye,
Hîvî dikim heqîqî ye,
Wêran ez im, malim xirab.

(Feqiyê Teyran)
First language:[flag]fa[/flag] - Native language:[flag]ku[/flag]
Intermediate level:[flag]en[/flag]
Beginner's level:[flag]tr[/flag][flag]az[/flag] - Interested in learning:[flag]ps[/flag]

Return to “Kurdish (Kurdî/کوردی)”

Who is online

Users browsing this forum: No registered users and 9 guests